Civîna Parlamena Iraqê ya bo kabîneya Elawî hat pasxistin

27 February 2020 20:11 0 dîtin
Civîna Parlamena Iraqê ya bo kabîneya Elawî hat pasxistin

PeyamaKurd – Rûniştina îro 27ê Sibatê ya Parlamentoya Iraqê ku ji bo dengana bawerîdana hikûmeta Mihemed Elewî bike civiyabû, ji ber beşdariya kêm û vekişîna aliyên sûne hat paşxistin.

Serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî piştî nakokiyên navbera aliyan û kêmbûna beşdariya rûniştina dengdana bo kabîneya serokwezîrê raspartî Mihemed Tewfîq Elawê, civîna parlamenê ji bo roja Şemiyê bi paş xist.

Hat zanîn ku Elawî daxwaz ji Civata Nûneran (Parlamento) kir, rûniştin ji bo roja Şemiya dahatî were bipaşxistin, lê belê Cîgirê Serokê Civata Nûneran Hesen Keibî xwest ku civîn birêve biçe.

Serokê Parlamenê Mihemed Helbûsî jî daxwaza bidawîkirina civînê erê kir û civîn bipaş xist.

Hêjayî gotinê ye, piraniya aliyên sûne, beşek ji kutleyên şîeyan û aliyê Kurd ji kabîneya Elawî nerazî ne.