Parlamena Iraqê ji bo kabîneya Kazimî dicive: Kurd û sune yekdeng in!
PeyamaKurd - Perlamena Iraqê sibe 5ê Gulanê ji bo dengdana li ser kabîneya Mistefa Kazimî dicive ku çav li rê ye aliyê Kurd û Suneyên Iraqê deng bawerîdanê bidin kabîneya wî.
Hat ragihandin ku Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê amadekarî kiriye ku sibe ji bo dengdana kabîneya Mistefa Kazimî civîneke taybet saz bike, lê heta niha serokatîya perlamanê bi fermî dem û karnameya civînê belav nekiriye.
Li gorî zanyariyan, aliyê sune û Kurd beşdariyê li civîna bo kabîneya Kazimî dikin, lê beşek mezin ji fraksiyonên şîeyên Iraqê dibe ku beşdariyê nekin û deng bo kabîneya Kazimî nedin.
Parlamentarên Kurd ji îro ve ji bo beşdarî civîna parlamenê bibin diçin Bexdayê.
Berî niha Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî û Hevpeymanîya Nîştîmanî ya bi serokatiya Eyad Elawî ragihandibûn ku ew beşdarî kabîneya Mistefa Kazimî nabin û di civîna perlamanê de jî deng nadin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin