Parlamentoya Iraqê ji bo temamkirina kabîneya Kazimî dicive

06 June 2020 12:04 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê ji bo temamkirina kabîneya Kazimî dicive

PeyamaKurd- Parlamentoya Iraqê îro dicive û mijara temamkirina kabîneya Mistefa Kazimî yek ji mijarên civînê ye.

Serokatiya Parlamentoya Iraqê bernameya karê rûniştina Şemiyê belav kiriye û yek ji mijarên civînê, dengdan li ser temamkirina kabîneya hikûmeta bi serokatiya Mistefa Kazimî ye.

Li gor wê karnameyê, civîna parlamentoyê demjimêr 13.00 tê encamdan û biryar e rapora komîteya krîzan a parlamentoya Iraqê derbarê vîrûsa Korona û rapora komîteya darayî û pêşniyarên wê derbarê krîza darayî ya Iraqê gotûbêj bike.

Heta niha 7 wezaret di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de mane ku deng bi wan nehatiye dayîn, du ji wan wezaretan pişka Kurdan e ku ew jî  wezareta Derve ku para Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ye, her weha wezareta Dadê ku para Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ye.