Medya Iraqê: Kabîneya Mustefa Kazimî sibe diçe ber dengdanê

03 May 2020 11:20 0 dîtin
Medya Iraqê: Kabîneya Mustefa Kazimî sibe diçe ber dengdanê

PeyamaKurd - Li gorî medya Iraqê biryare sibe roja duşemê Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bicive.

Medya Iraqê ragihandiye ku Serokê Parlamentoya Iraqê daxwaz li wezareta veguhestinê kiriye bi balafira xeta esmanî ya Iraqê, parlamenteran ji her sê balafirgehên Hewlêr, Silêmanî û Besre veguhêze Bexdayê daku di civîna parlamentoyê de amade bin.

Tê gotin ku civîna Parlamentoya Iraqê roja 4ê Gulanê birêve biçe û di civînê de wê dengdana baweriyê ji bo kabîneya nû ya Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî bê dayîn.