Medya Iraqê: Wê Kazimî di kabîneya xwe de guhertinê bike
PeyamaKurd – Medya Iraqê radigihîne ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, beriya hilbijartinê pêşwext ên 10ê Cotmeha 2021ê amadekariya guhertina kabîneya xwe dike.
Li gorî Sumeriya Newsê Parlamenterê Hevpeymaniya Saîrun Cemal Faxir ku bi ser Tevgera Sedr Muqteda Sedr ve ye, ragihandiye ku dibe peywira wezîrê tenduristiyê ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve bi wekalet bê birêvebirin û hin guhertinên din di warê ewlehiyê de jî di kabîneyê de bêne kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî şewata nexwaşxaneya Îbn Xetîb pêketiyên vîrusa koronayê li başûrê Bexdayê ku 100 kesan jiyana xwe ji dest dabû, Mistefa Kazimî wezîrê tenduristiyê Hesen Temîmî ji kar dûr xistibû û şûna wî vala mabû.
Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê 10ê Cotmeha 2021ê têne kirin ku Kazimî beriya niha jî ragihandibû ku ew beşdarî hilbijartinan nabe û piştevaniyê li ti aliyekî jî nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin