Medya Iraqê: Wê serokomar serokê îstixbarata Iraqê Mistefa Kazimî erkdar bike
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku wê serokomarê Iraqê Berhem Salih berpirsekî ewlehiyê li cihê serokwezîrê karvekêşayî Adil Ebdulmehdî erkdar bike.
Li gorî malpera Sumeriya News a Iraqê ku bi zarê çavkaniyeke siyasî ve belav kiriye tê gotin, heger aliyên siyasî negihin rêkeftina dawî ji bo serokwezîrê nû, wê serokomarê Iraqê Berhem Salih kesayetekî din erkdar bike.
Herwiha tê gotin ku Berhem Salih dê serokê saziya îstixbarata Iraqê Mistefa Kazimî ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike.
Berî niha jî her du hevpeymanên şîeyên Iraqê Saîrûn û Fetih ragihandibûn ku wan li ser namzedkirina Mihemed Tewfîq Elawî bo serokwezîrtiya Iraqê li hev kiriye, lê ji hêla xwepêşanderan ve nerazîbûneke tund ji vê biryarê re hatibû nîşandan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin