Medya Iraqê: Kazimî daxwazên Malikî û Xezelî red kirin û terka civînê da!
PeyamaKurd - Medya Iraqê ragihandiye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çend roj berê beşdarî civîneke çarçoveya hemahengiyê ya şîeyên Iraqê bûye û di civînê de hêrs bûye û terka civînê daye.
One Newsê ragihandiye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beşdarî civîna hêzên ereb ên şîe ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Iraqê bûye û di civînê de di navbera Nûrî Malikî, Qeys Xezalî (serkirdeyên çarçoveya hemahengiyê) û Mistefa Kazimî de, gengeşî derketiye û piştre jî Kazimî terka wê civînê daye.
Li ser mijarê li ser gelek rûpelên Facebookê yên Iraqî behsa polemîka wê civînê kirine û dibêjin; yek ji wan xalan ew bû ku Xezalî daxwaz ji Mistefa Kazimî kir beşdarî konferansa enerjiyê ya li Riyad, Erebistana Siûdî nebe. Li beramber jî Mistefa Kazimî gotiye: “Ev konferansa Enerjiyê wisa dike ku Iraq pişta xwe bi tene dewletekê nebeste.”
Herwiha tê gotin ku Malikî ji Kazimî re gotiye, eger ew beşdarî konferansê bibe, piştî dûrxistina wî ji postê serokwezîriyê dê hemû biryar û rêkeftin bên betalkirin.
Li ser wê polemîkê ti daxuyaniyeke fermî ji serokwezîr Mistefa Kazimî, Encûmena Wezîran a Iraqê û ofîsên Malikî û Xezalî ve nehatine dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin