Malikî di çarçoveya pêkanîna destûra Iraqê de pistgirî da daxwazên Kurdan

14 December 2020 18:54 0 dîtin
Malikî di çarçoveya pêkanîna destûra Iraqê de pistgirî da daxwazên Kurdan

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî, li Bexdayê bi şanda danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya.

Ofîsa Nûrî Malikî ku hevdem serokê Hevpeymana Dewleta Yasa ye di parlamentoya Iraqê de, piştî hevdîtinê ragihand:

“Bêyî xwe ferzkirina aliyekî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de li berjewendiya hemû gelê Iraqê û hemû aliyan e.”

Malikî destnîşan kiriye ku divê li gorî çarçoveya destûra Iraqê di parlamentoyê de li ser mijarê lihevkirin çêbibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkiriya kêşeyan her car destûra Iraqê û mafên kurdan ên destûrî destnîşan dike û wekî rêya çareseriyê balê dikişîne ser.