Zurfî bernameya kabîneya xwe pêskesî Parlamentoya Iraqê dike

04 April 2020 11:47 0 dîtin
Zurfî bernameya kabîneya xwe pêskesî Parlamentoya Iraqê dike

PeyamaKurd - Ednan Zurfî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdar kirin, bernameya kabîneya xwe pêşkeşî parlamentoyê dike.

Serokwezîrê karbirêker bo pêkanîna hikûmetê Ednan Zurfî bi daxuynaiyekê ragihand, îro 04.04.2020ê bernameya kabîneya xwe dê pêşkeşî Parlamentoya Iraqê dike.

Ednan Zurfî ragihand, li gel pêşkeşkirina bernameya kabîneyê, daxwaz li serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî dike, civîna parlamentoyê bo bawerîdayîna bi endamên kabîneya wî birêve bibe.  

Ji ber belavbûna vayrosa koronayê parlamentoya Iraqê hemû civînên xwe rawestandine.