Pêsniyarqanûna naskirina Jenosîda Enfalê pêskesî parlamentoya Fransayê hat kirin

03 November 2021 18:32 0 dîtin
Pêsniyarqanûna naskirina Jenosîda Enfalê pêskesî parlamentoya Fransayê hat kirin

PeyamaKurd – Ji bo pênaselêkirina komkujiya Enfalê ya ji aliyê rejîma Beas a Sedam Huseyîn ve 182 hezar Kurd hatine tevkujkirin, pêşniyaryasayek pêşkeşî Parlamentoya Fransayê hat kirin.

Di pêşniyarqanûna ku ji aliyê 12 parlamenterên fransî ve hatiye pêşkeşkirin de, behsa peymanên Sevr û Lozanê yên destpêka sedsala 20an tê kirin û êş û azara vê dawîyê bi destê DAIŞê li ser gelê Kurd hatiye encamdan jî tê bibîrxistin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî derbarê pêşniyarqanûnê de gotiye ku 12 parlamenterên dostên kurdan ên Fransayê ew amade kirine û wê di dema bê ya bernameya xebatê ya Parlamentoya Niştimanî ya Fransayê de, ji bo gotûbêj li ser bê kirin cî bigire.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha parlamentoyên welatên Brîtanya, Norwêc, Holande û Swêdê jî bi fermî komkujiyên li dijî Kurdan hatine kirin nas kiribûn.