"Eger edalet hebûya, jenosîda Helebceyê têra naskirina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikir"

16 March 2024 11:34 0 dîtin
"Eger edalet hebûya, jenosîda Helebceyê têra naskirina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikir"

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 36emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, “Eger edalet hebûya, jenosîda Helebçeyê têra naskirina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikir.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Di 36 saliya karesat û tawana hovane ya kîmyabarana Helebçeyê de, em bejna xwe li ber giyanê pakê zêdetirê ji 5 hezar şehîdên Helebçeyê û tevaya şehîdên Kurdistanê ditewînin û em wan bi qedir û rûmet bi bîr tînin, silavên xwe ji malbat û kesûkarên wan û hemû qurbaniyan re dişînin ku hêşta ji ber şûnwar, paşmayî û êş û janên wê tawanê ve dinalin.

Kîmyabarana Helebçe xelekeke ji zincîreya tawan, jenosîd, enfal û bi zîndî binaxkirinê ku bi awayek gelek hovane li dijî gelê mezlûm yê aştîxwaz, jiyandost û mirovperwer yê Kurdistanê hatiye kirin, tenê tawana wan ew bû li welatê xwe daxwaza maf, jiyan, azadî û rûmeta welatê xwe kiribûn. Eger edalet hebûya, jenosîda Helebçeyê têra naskirina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikir.

Bi vê minasebetê em tekez li ser wê yekê dikin ku divê Helebçe, xelkê wê û hemû qurbaniyên jenosîd, enfal û tawanên rejîma berê li Herêma Kurdistanê di hemû waran da werin qerebûkirin û di hemû waran de jî bi baştirîn awayî xizmet jê re bê kirin. Ji bo vê yekê jî divê hikûmeta Iraqê hemû erk û berpirsiyariyên xwe û edaletê ji bo qurbaniyan bi cih bîne. Divê li ser asta cîhanê jî xebat bêne kirin da ku careke din tawan û jenosîdên bi vî rengî li tu devereke din dubare nebin.

Destkeft û kiyana siyasî û destûrî federalî ya Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan û qurbanîdana gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên di nav de ye. Niha jî erkê me hemûyane bi yekrêzî û yekdengiyê biparêzîn û canê şehîdan û dilê malbat û kesûkarên wan şad bikin da ku bi hev ra ber bi pêşerojeke baştir, aram û parastî gavan biavêjin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

16.03.2024