Kabîneya Kazimî îro careke din li ser budçeyê dicive

20 December 2020 12:54 0 dîtin
Kabîneya Kazimî îro careke din li ser budçeyê dicive

PeyamaKurd - Encumena wezîran ya hikûmeta Iraqê, bi sedema ku di civîna doh 19ê Kanûnê de budçeya sala 2021ê negihîştiye encamekê îro 20ê Kanûnê careke din dicive.

Piştî civîna doh ya kabîneya hikûmeta Iraqê, wezîrê darayî yê Iraqê ragihandibû ku Hewlêr û Bexda li ser budçeya 2021ê  gihîştine rêkeftinê, lê hurgiliyên wê lihevkirinê nehatibûn eşkerekirin.

Hat diyarkirin ku ji ber di civîna doh de, giştî encûmena wezîran negihîştiye encamê îro careke din dicive û çar li rê ye encûmena wezîran budçeya 2021ê pesend bike û radestî parlamentoyê bike

Herwiha li gorî çavkaniyên medya Iraqê Parlamentoya Iraqê piştî lihevkirina aliyên siyasî wê projeyasaya budceyê bixe bernameya kar û warê cîbicîkirinê.