Endamê Lîjneya Asayîs û Bergirîya Parlemantoya Iraqê Herkî bi Kazimî re dicive
PeyamaKurd – Endamê Lîjneya Asayîş û Bergirîya Parlemantoya Iraqê Dr. Nasir Herkî wê îro, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re bicive û di civînê de rewşa emnî ya herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.
Dr. Nasir Herkî diyar kiriye, wê Lîjneya Asayîş û Bergirîya Parlemantoya Iraqê ligel Mistefa Kazimî bicive û di civînê de rewşa emnî ya herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û teqînên li Bexdayê werin gotûbûjkirin.
Herwiha Dr. Nasir Herkî destnîşan kiriye, civînan de armanca wan baştirkirina rewşa emnî ya bajaran û encamdana hemahengiyeke zêdetir e di navbera hêzên taybet ê Herêma Kurdistanê û Iraqê û kontrolkirina rewşa emnî û jinavbirina metirsiyane.
Herî dawî Dr. Nasir Herkî daye zanîn rewşa emnî ya Herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, babeteke din a guftugoyan e û heta niha rêkeftina Şingalê jî nehatiye cîbicîkirin û wê ew jî di civînê de were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin