Wezîrê Elektrîka Iraqê dest ji kar berda
PeyamaKurd – Wezîrê Elektrîka Iraqê Macid Hentuş, ji ber rexneyên li wezareta wî dest ji kar berdaye.
Li gor medyaya Iraqê diyar kiriye, Wezîrê Elektrîka Iraqê Macid Hentuş, roja Duşemê 28.06.2021ê nameyek arasteyî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kiriye û dest ji kar berdaye.
Herwiha li gor zanyariyan, Mistefa Kazimî daxwaza dest ji kar kişandina Macid Hentuş qebûl kiriye.
Ji ber kêmbûna dema dayîna elektrîkê Macid Hentuş gelekî dihat rexnekirin û beriya bi çend rojan Rêberê Tevger Sedr Muqteda Sedr jî daxwaza dest ji karkêşanê li Macid Hentuş kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin