Serokwezîrê Urdinê dest ji kar berda
PeyamaKurd - Serokwezîrê Urdinê Bişer El-Xasawneh piştî hilbijartinên giştî temam bûn, li gor rênmayên fermî destjikarberdana xwe pêşkêşî Mîrê Urdinê Abdullahê 2yemîn kir.
Li gor nûçeya televizyona dewletê ya Urdinê Al Mamlaka, Serokwezîr Xasawneh piştî hilbijartinên Parlamena Urdinê ya 20emîn dest ji kar berda û hikûmeta xwe hilweşand.
Ji ber ku li ser damezirandina hikûmeta nû, di nav partiyan de lihevkirinek pêk nehatiye, hîna li şûna Xasawneh kesek ji bo serokwezîrtiyê nehatiye pêşkêşkirin.
Piştî her hilbijartinên parlemanê yên Urdinê, serokwezîr destjikarberdana xwe pêşkêşî Mîr dike û amadekariyên damezirandina hikûmeta nû têne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin