Çavusoglu bo rêkeftina ‘Herêma Ewle’: Em destûrê nadin…

08 August 2019 18:47 0 dîtin
Çavusoglu bo rêkeftina ‘Herêma Ewle’: Em destûrê nadin…

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser rêkeftina navbera Amerîka-Tirkiyê ya bo ‘herêma ewle’ li bakurê Sûriyê ragihand ku ew destûrê nadin xebatên bo herêma ewle bibin wekî nexşerêya Minbicê ku berê li hev kiribûn.

Çavuşoglu rêkeftina ligel Amerîkayê ku doh hatibû ragihandin wekê destpêkeke baş nirxand û got, “Em destûrê nadin xebatên bo herêma ewle veguherin rewşa nexşerêya Minbicê.”

Wezîrê tirk li Konferansa Balyozên Tirkiyê li ser pirsa rojnamevanan a derbarê mijara rêkeftina ligel Amerîkayê de got ku ew destûrê nadin bikeve proseya mijulkirinê û wiha axivî:

“Em rêkeftina doh wekî destpêkeke gelekî baş dikarin binirxînin.”