TEV-DEMê derbarê Rojava, Tirkiyê û ‘Herêma Ewle’ de daxuyaniyek da
PeyamaKurd – Her çiqasî aliyan ragihandibe ku li ser sê xalan rêkkeftine jî, ji aliyê din ve, hêj nediyar bê wê dirêjahî û kûrahiyê herêmê çiqas be.. Ji bo kurdan jî ev nediyarî dewam dike. Aldar Xelîl derbarê mijarê de pirsên heyî bersivandine.
‘EM LI RÊYÊN DIYALOG Û GOTUBÊJAN DIGERIN’
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl ji DWya tirkî re peyiviye û diyar kiriye ku hûrgiliyên rêkeftinê ne diyar in û got pêwist e di navbera Tirkiyê û YPGê de herêmeke ewle hebe û çêdibe YPG ji wir vekişe.
Xelîl wisa axivî: “Lê nabe bajar bikevin çarçoveya vê herêmê û divê li wê herêmê hêzên navdewletî hebîn. Me pêşniyaz kir ku ji ciwanên herêmê yekîneyên sînorî hebin. Herweha mijara çekên giran nediyar e, ev mijar û hûrgiliyên wê dê di demên pêş de diyar bibin.”
Yek ji xalên din ên rêkeftinê jî ew ku aliyên amerîkî û tirkî navendeke harekateke ya hevpar ava bikin. Xelîl anî ziman ku wan xwestiye di vê projeyê de cî bigirin:
“Me jî xwest ku bibin beşekî vê rêkeftinê. Wisa diyar e Tirkiye ev pêşniyara me qebûl nekiriye lê hûrgiliyên mijarê hêj ne zelal in. Di vê mijarê de helwesta me ew e ku em têya diyalog û gotubêjê dipejirînin û di demên pêş de pêşniyazên bêne kirin em dê binirxînin.”
‘TIRKIYE HEWL DIDE SÎNORÊN XWE BERFIREH BIKE’
Aldar Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye hewl dide sînorê xwe berfireh bike, “em dibînin ku fişarên Tirkiyê berdewam dikin. Erdogan ji bo xelkên herêmê fişar e. Em wisa zen dikin ku bi van gavan jî dê nesekine û di demên pêş de eger fersendê bibîne ew dê êrîşî herêma me jî bike, dê ji bo vêya mahneyan bibîne.”
Xelîl herweha gotiye ,”Tirkiye dixwaze ji şerê Sûriyê mefayê wergire û sînorê xwe berfireh bike. Tirkiye Sûriyê dagîr dike û heya niha jî perpirsekî Tirkiyê daxuyaniyek nedaye ku dê di demên pêş de ji vir vekişe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin