Parlamenterê DEMê Dîndar: Rojava qada ceribandina tifaqa Kurd û Tirkan e

12 December 2024 11:35 0 dîtin
Parlamenterê DEMê Dîndar: Rojava qada ceribandina tifaqa Kurd û Tirkan e

PeyamaKurd – Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Mahmut Dîndar jî got, “Rojava îro qada ceribandina tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk e. Zîhniyeta ku destkeftiyên Kurdan ên li Rojava ji xwe re dijmin dibîne, wê zirara herî mezin bide vê tifaqa dîrokî.

Parlamenterê Partiya DEMê Mahmut Dîndar di hevdîtinên budçeyê yên li Lijneya Giştî ya TBMMê de axivî.

Dîndar ku aboriya Tirkiyeyê bi tundî rexne kir, diyar kir ku krîza aborî ya kûr heye û ji ber vê yekê rêwîtiya bi balafiran ji bo mûçeyên kêmtirîn, teqawît, karker û memûran bûye luks.

Dîndar bal kişand ser bûyerên li Sûriyeyê û rewşa Rojava û got, “Avakirina jiyana demokratîk û azad ji bo gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Eşkere ye ku hêzên herêmê, bi taybetî jî hêza siyasî ya Tirkiyeyê, çavê xwe li destkeftiyên ku Kurdan bi bedelên mezin bi dest xistine, girtine. Tevî ku nûçeyên li ser lihevkirina di navbera Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê û HSDê de ji bo garantîkirina ewlekariya sivîlan, bi taybet piştî êrîşên li ser Minbicê, hatin belavkirin, kûrbûna jîngeha kaosê nîşana wê yekê ye ku Rojava careke din dibe hedefa van hêzan."

Herwiha got, “Daxwaza gelê Kurd li gel hemû xetên xwe yên li Rojhilata Navîn, bi azadî, demokratîk, bi çand û mafên xwe yên naskirî bijîn, nayê paşguhkirin.”

 Mahmut Dîndar diyar kir: “Îro Rojava qada ceribandina tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk e. Zîhniyeta ku destkeftiyên Kurdan ên li Rojava ji xwe re dijmin dibîne, wê zirara herî mezin bide vê tifaqa dîrokî. Ji ber van sedeman divê li dijî polîtîkaya emperyalîstan a li herêmê ku gelan tîne hemberî hev, bi tifaqa demokratîk a Tirk-Kurd, projeya aştî û biratiyê bidin destpêkirin."