Bahçelî: Divê bilez DEM Partî û AYM bên girtin û measên parlamenterên DEMê jî bên birîn!
PeyamaKurd – Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, dema axaftina parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) terka eywana parlamentoyê kir.
Bahçelî piştre di gotara koma partiya xwe ya parlamenê de jî ji Dadgeha Bilind a Destûrê (AYM) daxwaz kir, DEM Partî bê girtin, parlamenterên wê wekî terorîst bên pênasekirin û bilez meaşê wan jî bê birîn.
Bahçelî 4 pêşniyar kirin û got: ''Pêşniyara min a yekem, divê demelidest meaşên 57 parlamenterên DEMê û alîkariya xezîneyê bo DEM Partiyê bê birîn û ji têkoşîna terorê û malbatên şehîdan re bê pêşkeşkirin.
Pêşniyara duyem, li ser dosyeyên parlamenterên ji ber alîkariya terorê hatiye pêşkeşkirin, zû biryar bê dayîn û bi rakirina parêzbendiya wan der derkevin pêşberî dadgehê.
Pêşniyara min a sêyemîn, statuya AYM bi awayekî radîkal bê niraxandin yan jî ev dadgeh bilez bê girtin.
Pêşniyara min a çarem jî, sînorên parêzbendiya kûrsiyê li parlamentoyê ji nû ve bê diyarkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin