Nêçîrvan Barzanî: Divê ji bo Kerkûkê tedbîrên bilez bên wergirtin

03 September 2023 09:39 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Divê ji bo Kerkûkê tedbîrên bilez bên wergirtin

PeyamaKurd – Li ser bûyerên Kerkûkê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqî Mihemed Şiya Sûdanî pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa ewlehiya Kerkûkê ku xwepêşanderên Kurdî di êrîşa hêzên ewlehiya Kerkûkê de hatine şehîdkirin axivî.

Hate diyarkirin, her du aliyan, tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e tedbîrên bilez ji bo parastina ewlehî û aramiya li Kerkûkê bên girtin.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî dane xuyakirin, divê rê li her hewlek ji bo têkdana pêkvejiyan û ewlehiya bajar û welatiyan bê girtin.

Herwiha dane zanîn ku pêwîst e hêzên ewlehiyê bê cudahî, ewlehî û aramiya hemû pêkhateyên Kerkûkê biparêzin û rê li ber derketina aloziyên zêdetir li bajêr bigirin û kesên gule berdane xwepêşanderan bên darizandin.