Ji Fransayê daxuyaniya ‘Herêma Ewle’ û Rojava…

17 January 2019 12:07 0 dîtin
Ji Fransayê daxuyaniya ‘Herêma Ewle’ û Rojava…

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Agnes von der Muhll, li ser avakirina herêma ewle li Sûriyê daxuyakirin, “Ji bo em bi ser rêyên herî baş ên gihîştina armance ve bibin, em bi hemû hevpeymanên xwe yên navdewletî û herêmî re di nav danûstdandinê de ne.”

Berdevkê Wezaretê Agnes von der Muhll got, “Ji bo me armanca sereke li dijî DAIŞê serkeftina teqezî û nihayî ye. Ji bo îstiqrara Sûriyê û Rojava, em di parastina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û mafên gelên herêmê de rijd in.”

Berdevkê Wezareta Derve yê Fransayê dubare got ku ew ji bo gihîştina wan armancan danûstandina xwe ligel hevpeymanên navdewletî û herêmî berdewam dikin.