Ji Pentagonê daxuyaniya ‘Herêma Ewle’ û HSDê

25 August 2019 09:49 0 dîtin
Ji Pentagonê daxuyaniya ‘Herêma Ewle’ û HSDê

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Sean Robertson derbarê hewlên bi Tirkiyê re yên avakirina ‘Herêma Ewle’ li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

Doh Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di çarçoveya qonaxa yekemîn a avakirina herêma ewle de, bi helîkopterê firîneke keşfê bi beşdariya fermandarên Tirkiye-Amerîkayê hatiye kirin.

Robertson bal kişand ser heman mijarê û da xuyakirin, "Ev yek piştî destpêka hefteyê lihevkirina li ser navenda kordînasyonê pêk hatiye. Ev rewşa han biryardariya me ya bo rakirina ji holê ya metirstiyên Tirkiyê yên ewlekariyê û astengkirina ji nû ve derketina holê ya DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê nîşan dide.”

Robertson herwiha bal kişand ser şirîkatiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û got, “Em dixwazin hişê xwe bidin ser armanca hevpeymanî û şirîkên wê (HSD) ya jiholê rakirina DAIŞê.”

Tirkiye: ‘Navenda Tevgerê ya Hevpar’ dest bi xebatê kir