Sertê HSDê yê bo ‘Herêma Ewle’ hat eskerekirin
PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (DSG) Kino Gabriel, ragihand ku divê herêma aram (tampon) di bin misogeriya civaka navdewletî de be û hemû kêmîneyên nijadî bên parastin.
Kino Gabriel diyar kir, heger ‘rola Tirkiyê tê de nebe’, civaka navdewletî misogoreyê bide û ji mudaxeleyên derve yên leşkerî re asê be ew dê piştgiriyê bidin avakirina herêma ewle.
HSDê bi daxuyaniyekê ragihandibû, “Em wekî HSD bi mercê ku xebatên avakirina herêma ewle di bin banê ewlehiya civaka navdewletî de be, hemû pêkhatên olî û nijadî vehewîne, wan ji komkujiyan biparêze, mafên wan misoger bike û destûrê nede mudaxeleyên derve amade ne piştgiriyê bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin