Budceya Amerîkayê ji bo HSDê veqetandiye hat eskerekirin: Hejmar ev e!
PeyamaKurd – Di pêşnûmeya Qanûna Desthilata Parastina Neteweyî (NDAA) de ku budçeya parastinê ya 2023 ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dihewîne û di Meclîsa Nûneran de hat pejirandin, 35 milyon û 811 hezar dolar ji beşê Iraqê yê şerê li dijî DAIŞê hatiye wergirtin ku wê sûdê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî werbigre, hat dîtin ku ji beşa Sûriyeyê 18 milyon û 368 hezar dolar hatiye birîn.
Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya NDAA ya ku butçeya parastinê ya 858 milyar dolarî dihewîne, bi 350 dengên erê û 80 dengan qebûl kir û ji bo dengdana dawî ji Senatoyê re şand.
Di şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê de 487 milyon û 513 hezar dolar ji 541 milyon û 692 hezar dolarê ku ji bo hevkarên Amerîkayê ku HSD jî di nav de ye bê dayîn, hat qebûlkirin.
Birîna bûdceya Iraq û Sûriyê
Di pêşnûmeyê de hat dîtin, ferqa enflasyonê ya 15 milyon û 413 hezar dolarî li tevaya fonê hat zêdekirin û bi tevahî bû 502 milyon û 926 hezar dolar.
Herwiha hat gotin, 35 milyon û 811 hezar dolar ji 358 milyon û 15 hezar dolarê ku ji bo Iraqê hatiye xwestin, ne rewa hatiye dîtin û guncaw e ku 322 milyon û 204 hezar dolar ji Iraqê re were dayîn.
Hat diyarkirin, ji 183 milyon û 677 hezar dolarî ku li Sûriyeyê ji 183 milyon û 677 hezar dolarî wê ji HSDê jî sûdê werbigire, 18 milyon û 368 hezar dolar ne rewa hatiye dîtin û ji bo çalakiyan 165 milyon û 309 hezar dolar hatiye qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin