Li Qamislo agirbest hat dirêjkirin: Rejîm sertên HSDê qebûl nake!

25 April 2021 10:00 0 dîtin
Li Qamislo agirbest hat dirêjkirin: Rejîm sertên HSDê qebûl nake!

PeyamaKurd – Agirbesta ji bo rawestandina şer û pevçûnên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku ji roja sêşema hefteya borî ve di navbera milîsên rejîma Sûriyê û hêzên Asayîşa Rojava de dest pê kiriye, heta roja duşemê saet 10:00ê hat dirêjkirin.

Li gorî zanyariyan di encama civînên bi navbeynkariya Rûsyayê yên di navbera HSD û hêzên rejîmê de, li balafirgeha Qamişlo berdewam dikin agirbesta ku hatibû destpêkirin, heta sibe saet 10:00an hatiye dirêjkirin.

Parêzgarê Hesekê yê bi ser rejîma Sûriyê ve Xesan Xelîl ji medyaya Rûsî re derbarê mercên HSDê de gotiye: “Mercên HSDê gelek zehmet in û bi navbeyankariya Rûsya em li gel wan di danûstandinan de ne. HSD dixwaze taxa Tey hemû bê radestkirin û kesê ku teqe kirine bên radestkirin. Ev hemû merc pir zehmet in û HSDê ne mafdar e.”

Li ser pêşinyara derxistina çekdarên milîsên Berevaniya Niştimanî (Dîfaa El Wetenî) ji taxa Tey û belavkirina polîsên hikûmeta Sûriyê li şûna wan, Feysel el-Azil, endamê Encûmena Eşîreta Tey gotiye, ew ne rêgir in li pêş cîgîrbûna her hêzeke ser bi artêşa Sûriyê ve.

Parêzgarê Hesekê herwiha ragihandiye ku di encama şerê çend rojên borî de, 11 kuştî û 33 birîndar gihîştine nexweşxaneya Qamişlo.