Qesra Spî: Agirbesta Lubnan-Îsraîlê hat dirêjkirin

27 January 2025 09:59 0 dîtin
Qesra Spî: Agirbesta Lubnan-Îsraîlê hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Qesra Spî ragihand ku peymana agirbestê ya navbera Lubnan û Îsraîlê heta 18ê Sibatê hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî, lihevkirina Lubnan û Îsraîlê ya di bin çavdêriya Amerîkayê de ye, wê heta 18ê Sibata 2025an di meriyetê de bimîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo radestkirina girtiyên Lubnanî yên piştî 7ê Cotmeha 2023an hatine girtin, wê di navbera hikûmetên Lubnan, Îsraîl û DYAyê de muzakere bên destpêkirin.

Ligel peymana agirbestê ya bi Lubnanê re hat kirin jî, artêşa Îsraîlê ji herêmên ku ketibûn venekişiya û di êrîşên doh de 22 kes mirin û 124 kes jî birîndar bûn.

Peymana agirbestê ya navbera Lubnan û Îsraîlê di 27ê Mijdara 2024an de ket meriyetê.