Îran: Em ê pistevaniya agirbesta navbera Lubnan-Îsraîlê bikin
PeyamaKurd – Elî Laricaniyê Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xaminey, ragihand ku ger hikûmeta Lubnanê qebûl bike ew dê piştevaniya agirbesta bi Îsraîlê re bikin.
Larican got, “Em li pey çareserkirina pirsgirêkan e. Em di her şert û mercan de piştevaniya hikûmeta Lubnanê dikin.”
Hêjayî gotinê ye, Balyoza Amerîka yê Lubnanê Lisa Johnson gotibû, wan xebata pêşnûmeya agirbesta navbera Hizbullah û Îsraîlê pêşkeşî Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berrî kiriye.
Bersiva Îranê ya ji bo vê agirbestê dihate meraqkirin ku Laricanî piştî hevdîtina li Beyrûdê ya ligel rayedarên Lubnanî, helwesta fermî ya Îranê ji bo agirbesta navbera aliyan ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin