Îran: Em ê li hember Îsraîlê pistevaniya Sûriye û Lubnanê bidomînin
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku dê Îran li hember êrîşên Îsraîlê piştevaniya xwe ya bo Lubnan û Sûriyê berdewam bike.
Îsmaîl Beqayî îro 18ê Mijdarê di civîna rojnamevanî de got, serdana mezinê Şêwermendê Rêberê Bilind yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xaminey, Elî Laricanî bo Şam û Beyrûtê, piştevaniya Îranê ji her du welatan re li pêş êrîşên Îsraîlê nîşan dide.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê diyar kir: ”Serdana Larîcanî diyar dike ku Îran hemû karînên xwe ji bo piştgiriya aramancên xwe yên diplomatîk bi kar tîne”.
Li ser hebûna şêwermendên Îran li Sûriyê jî Beqayî got ku helwesta welatê wî di vê derbarê de zelal e û dê piştevaniya Rêjîma Sûriyê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin