Ji MSDê daxuyaniya Dêrazorê: Nabe Sûriye bibe qada serê Îran û Îsraîlê

19 August 2024 18:05 0 dîtin
Ji MSDê daxuyaniya Dêrazorê: Nabe Sûriye bibe qada serê Îran û Îsraîlê

PeyamaKurd - Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku bi ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve ye, êrîşên Dêrazorê yên milîsên Îranê û hêzên girêdayî rejîma Sûriyê ku piştî kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye hatin kirin, daxuyanî da.

MSDê ragihand ku nabe Sûriye bibe qada şerê aliyên navdewletî, bi taybetî Îran û Îsraîlê ku aloziya navbera wan piştî kuştina Serokê Polîtburoyê berê yê Hemasê Îsmaîl Heniye zêde bûye.

Hevseroka MSDê Leyla Qehreman da zanîn, nabe Sûriye bibe qada çareserkirina hesabên hêzên navdewletî.

Her wiha hevserokê MSD Mehmûd Mislet jî got, zehmete Enqere-Şam nêzî hevdu bibin, ji ber ku bi dehan dosya di navbera her du aliyan de hene ku zehmete zûbizû bên çareserkirin, lê dema mijar Rêveberiya Xweser be wê her du alî li hevdû bikin.

Hêjayî gotinê ye, hefteyên borî li parêzgeha Dêrezorê şer qewîmî û li gorî daxuyaniyên MSDê, komên girêdayî Şamê êrîşî HSDê kirin û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar kirin.