Seybanî: Sûriye nabe wek Iraq û Lîbyayê

16 February 2025 12:34 0 dîtin
Seybanî: Sûriye nabe wek Iraq û Lîbyayê

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê qonaxa veguhêz a Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê got, rêveberiya nû ya Sûriyeyê dê şer dernexe û derfeteke nû ya pêkvejiyanê bide gelê xwe.

Şeybanî diyar kir ku piştî ketina rejîma Beşar Esed, serdema dîktatoriyê li welatê wan qediyaye û ew dê sîstemeke rêveberiyê ya nû bişopînin ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê nîşan bide.

Wezîrê Karên yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî wiha axivî: “Mînaka Sûriyeyê ji Iraq û Lîbyayê cuda ye. Gelê Sûriyeyê ji wan ezmûnan ders wergirtiye. Em dixwazin civaka Sûriyeyê kom bikin û rê li ber kiryarên ku ziyanê bide aramî û destkeftiyên me bigirin.”

Şeybanî herwiha got: “Cîhan dê bi têgihîştin û vekirîbûna gelê Sûriyeyê ya di nûnertiya xwe de şaş bimîne.”