Daxuyaniya balkês a MSDê li ser nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyê!
PeyamaKurd – Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar di civîna xwe ya çapemeniyê de têkildarî rojevê axivî.
Dirar daxuyaniyeke balkêş da û got, "Em nêzîkbûna rejîma Sûriyê û Tirkiyê tenê weke bangeşeya hilbijartinê dibînin."
Herwiha got: “Plana guhertina demografiya herêmê di encama danûstandinên Astanayê de ye.”
Dirar amaje bi danûstandinên vê dawiyê yên di navbera rejîmê û Enqerê de jî kir û got, "Em nêzîkbûna rêjîma Sûriyê û Tirkiyê tenê weke bangeşeya hilbijartinê dibînin û Tirkiye nikare operasyoneke leşkerî bike."
Hevserokê MSDê Dirar di parastina nêzîkbûna rejîma Sûriyeyê û HSDê de got, "Em daxwazê ji hikûmeta Sûriyeyê dikin ku helwesta xwe ya li hemberî pirsgirêkên navxweyî biguhere û bi HSDê re dawî li êş û azarên gelê Sûriyeyê bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin