Ji Fransayê daxuyaniya êrîsên ser Iraq û Herêma Kurdistanê...

08 July 2021 19:29 0 dîtin
Ji Fransayê daxuyaniya êrîsên ser Iraq û Herêma Kurdistanê...

PeyamaKurd - Li ser zêdebûna êrîşên milîsên Îranî li Iraqê û Herêma Kurdistanê hikûmeta Fransayê ragihand ku ew êrîş li dijî berjewendiyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ne û ev yek nayê qebûlkirin.

Wezareta Derve ya Fransayê da xuyakirin: “Zêdebûna êrîşan li dijî nûnerên dîplomasiyê û bingehên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê nayê qebûlkirin û em bi awayê herî tund şermezar dikin.”

Fransayê destnîşan kir, êrîşên bi vî rengî seqamgîriyê xera dike û hemû welatiyên Iraqê dike armanc.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, karên Fransayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de bi hevkariya hevbeşên xwe berdewam dike û Fransa tekezîyê li serweriya axa Iraqê û seqamgeriya Herêma Kurdistanê dike.