Îran: Hikûmeta Iraqê ji bo êrîsên ser Herêma Kurdistanê hatiye agahdar kirin

10 October 2022 20:23 0 dîtin
Îran: Hikûmeta Iraqê ji bo êrîsên ser Herêma Kurdistanê hatiye agahdar kirin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, di civîneke rojnamevanî de, bersiv da pirsa derbarê êrîşên Îranê yên ser axa Herêma Kurdistanê yên bi hinceta hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê de.

Kenanî got ku wan hefteya borî li ser êrîşên dijî navendên wan partiyên nav axa Herêma Kurdistanê bi Iraqê re hevdîtin kirine û diyar kir ku Iraqê ve soz daye wan û ew li hêvîya bicihkirina wê ne.  

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê herwiha got: “Ew êrîşa ku Komara Îslamî ya Îranê pêk aniye, piştî pêngavên fermî û ji ber gefên berê yên li ser Îranê bûye .”

Kenanî îdia kir ku êrîşên li dijî navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê piştî pêkanîna hemû prosedurên fermî hatine kirin û rayedarên hikûmeta Iraqê jî hatine agahdarkirin.

Nasir Kenanî daye xuyakirin: "Me çend caran belgeyên pêwîst dan berpirsên hikûmeta Iraqê; me bi rayedarên herêmî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî ev tişt kir. Di dawiyê de, li ber çavgirtina tedbîrên pêşîgirtinê, Komara Îslamî ji bo parastina ewlekariya xwe ya neteweyî, herwiha ji bo ewlekirina welatiyan û aramiya sînorên xwe pêngavên rasterast avêtin." 

Hêjayî bibîrxistinê ye, Supaya Pasdarên Îranê 28ê Îlona 2022an piştî berfirehbûna xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê yên li pey kuştina Jîna Emînî, bi 73 moşek û bi dehan dronan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) kiribû û 17 kes şehîd bûbûn di wan êrîşan de.