YA bang kir ku Îran êrîsên ser Herêma Kurdistanê rawestîne

31 January 2024 23:40 0 dîtin
YA bang kir ku Îran êrîsên ser Herêma Kurdistanê rawestîne

PeyamaKurd – Wezîrên bergiriyê yên dewletên endamên Yekîtiya Awrûpayê behsa girîngiya îstîqrara Iraqê û Herêma Kurdistanê kirin. Ji Îranê xwestin ku êrîşên ser Erbîlê an ku Herêma kurdistanê û Iraqê rawestînin.

Wezîrên bergiriyê yên endamên welatên Yekîtiya Awrûpayê îro an ku di 31.01.2024an de ji bo hevkariya Ûkraynayê li Brukselê civiyan. Wezîrê bergiriyê yê Hollandayê Ank Bijleveld ji bo K24ê ragihandiye ku:

“Em ji êrîşên Îranê yên ser Erbîlê bi endişe ne. Bang li Tehranê dikin ku êrîşan rawestînin. Em bang li Iraqê dikin ku tedbîrân bistînin.”

Sekreterê parlementoya dewletê yê wezareta bergiriyê yê dewleta Almanya Siemtje Möller jî got:

“Dibe rewşa Rojhilata Navîn bêhtir nexweş bibe, şerê li Xezzayê biteqe. Em ji rewşê endîşe dikin. Ji ber wê ji bo ji pirsgirêkan re çareserî bibînin, bi hevkarên xwe re dixebitin.”

Nûnerê bilind yê ewlehî û karên derve yê YAyê Josep Borrell, ragihand ku wê ji bo parastina Derya Sor biryarê dane ku hêzeka deryayî çêbikin û wê heya 17ê meha bê wê hêzê ava bikin.