Herêma Kurdistanê, bang li cîranan kir: Bi ferasetê çareser bikin

06 December 2022 17:30 0 dîtin
Herêma Kurdistanê, bang li cîranan kir: Bi ferasetê çareser bikin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî Rêber Ehmed, di merasîma avadaniya navçeya Sîdekanê de axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê. Wezîr Ehmed bang li cîranên Herêma Kurdistanê kir ku pirsirêkan bi ferasetê çareser bikin.

Rêber Ehmed, diyar kir ku ew her dem alîgirên aramî û îstiqrarê ne û ew ê destûra ku Herêma Kurdistanê ji bo aliyan bibe gef, nedin.

Wezîr bi berdewamî got,

“Gelê me, ne parçeyeke van pirsgirêkan e. Em ji wan jî dixwazin ku pirsgirkên xwe li ser axên me nîqaş nekin. Em ê tu car destûrê nedin ku Herêma Kurdistanê ji bo aliyan bibe metirsî.

Di heman demê de ji welatên cîran daxwaza me ew e ku alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku pirsgirêkên xwe bi rêya dan û stendin û ferasetê çareser bikin. Em wekî hikûmet, ligel welatên cîran di nav kar û xebatan de ne ku car din aramî pêk were.

Her wiha ji bo ku deriyê sînor ê Sîdekanê jî were vekirin û xelkê herêmê ji vê sûdê werbigire, me xebatên cidî kirine.”

Navçeya Sîdekanê ya ku ser bi sînorên Hewlêrê ve ye, xwedî 30 hezar serjimêr e û ji aliyê fermî ve bû navçeya 5emîn a Îdareya Serbixwe ya Soranê.