Mezlûm Ebdî ji bo pistgiriya wan bikin, bang li Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî bang li Kurdên Rojava kir ku bi hev re tevbigerin û danûstandinên bihêz li gel Şamê bikin. Mezlûm Ebdî ji bo yekrêziya di navbera kurdan de jî piştgirî ji rêveberiya Herêma Kurdistanê xwest.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de bang li hêzên kurd ên li Rojava kir ku li hev bicivin û helwêsteke hevpar nîşan bidin û bi Şamê re danûstandinên xurt bikin.
Mezlûm Abdî got, “Rewşa heyî ji bo kurdan tehdîd e. Divê hêzên kurdistanî bên cem hev û biryareke hevpar bidin.”
Ebdî tekez kir ku ne rast e ku kurd bi opozîsyona Sûriyeyê yan jî bi komên cuda yên Şamê re hevdîtinên cuda bikin û diyar kir ku ev rewş dê zirarê bide berjewendiyên kurdan.
Her weha wî diyar kir ku ew ê tecribeyên berê yên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re dubare nekin û got, “Divê em li Başûrê Kurdistanê ezmûna gelê xwe ya bi Iraqê re dubare nekin. Tevî ku di nava xwe de wek kurd pirsgirêkên me hebin jî, divê em li dijî Şamê bibin yek.
Mezlûm Ebdî bang li Herêma Kurdistanê kir ku piştevaniya hêzên kurdistanî yên li Rojavayê Kurdistanê bike da ku bicivin û bi Şamê re pozîsyoneke bihêz a danûstandinan ava bikin.
Fermandarê HSDyê, Ebdî got, “Rêveberiya Herêma Kurdistanê divê bi helwêsteke hevseng beşdarî yekîtiya kurdan bibe. Ev dê destê me di danûstandinên bi Şamê re xurt bike.”
Ebdî derbarê şer û pevçûnên li gel hêzên dijbereya Sûriyeyê de jî agahî dan.
Ebdî diyar kir ku li derdora bendava Tişrînê şer berdewam dike, lê li herêmên Qerekozak û Minbicê şer rawestiyaye û got, “Li gorî peymana li Minbicê hatiye danîn, biryar hatiye dayîn ku hêzên leşkerî vekişin û rêveberiya bajêr ji sivîlan re bimîne.”
Mezlûm Ebdî da zanîn ku tevî lihevkirinan jî aliyên ku Tirkiye destekê dide wan, dilsozên vê peymanê nemane û êrîşên xwe berdewam dikin.
Mezlûm Ebdî got, “Ji Qereqozaxê êrîş organîze kirin û hewl dan Kobanê dorpêç bikin. Lê hêzên me pêşî li vê hewldanê girtin. Niha jî hewldanên hevalên me yên ji bo pêşîgirtina li pêngaveke bi vî rengî ya Tirkiyeyê a li ser sînor didomin. Em ne bi tenê ne. Gelek hêzên navneteweyî bi me re ne, lewma em dixwazin agirbesta Minbicê veguherînin peymaneke berfirehtir.”
Wî da zanîn ku di navbera HSD û Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) de tu rageşî nîne û got: “Em li qiraxa çemê Ferêt in û ew li aliyê din in. Em ne bi vê rêyê diçin û ne jî ew bi vî aliyî ve tên. Ev rewş ji bo niha peymaneke destpêkê ye û hêzên koalîsyonê jî pê dizanin.” Wî wekî din jî bal kişand ser rewşa heyî û wisa got: “Hêvîdar im ev hevsengî neyê têkbirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin