Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Fransayê yê li Iraqê re civiya

20 July 2022 10:01 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Fransayê yê li Iraqê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Balyozê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevallier re civiya û di civînê de da zanîn, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kilîda aramiya Iraqê ye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, hewlên ji bona hilbijartina Serokkomarê Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rûbirûbûn, metirsî û gefên DAIŞê li deverên maddeya 140, pêşhatên devera Şingalê û rewşa Herêma Kurdistanê û hilbijartinên paşerojê gotûbêj kirine.

Herwiha Balyozê Fransayê jî di civînê de eşkere kir, welatê wî dixwaze têkiliyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re xurt û berfireh bike û got, aramî û istiqrara Iraqê ji bo parastina aramiya herêmê pêdivî û girîng e.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, kilîda aramî û istiqrara Iraqê ye.” û got: “Hebûna mekanîzmekê ji bo danûstandin û çareserkirina pirsgirêkên heyî pêwîst e.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du alî li ser pêdivî û girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi pîştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê bi taybet jî li deverên maddeya 140 a destûra Iraqê hemfikir bûn.

Herî dawî Serokatiya Herêma Kurdistanê gotiye: “Rewşa herêmî bi giştî, hewlên ji bona cîgîrkirina bazara enerjiyê, pêgeh û girîngiya Rojhilata Navîn di vî warî de û têkiliyên Herêma Kurdistanê ligel dewletên cîran” jî di hevdîtinê de hatin nirxandin.

Hat zanîn ku di civînê de Balyozê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies jî amade bû.