Ji Berdevkê Pentagonê daxuyaniya êrîsên milîsan ên li Iraq û Sûriyê

09 July 2021 18:11 0 dîtin
Ji Berdevkê Pentagonê daxuyaniya êrîsên milîsan ên li Iraq û Sûriyê

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby, derbarê êrîşên vê dawiyê yên li Iraq  û Sûriyê li ser hêzên Amerîkayê daxuyanî da û got, gefxwarinên cîdî ne.

Berdevkê Pentagonê li ser pirsên derbarê êrîşên vê dawiyê yên li Iraq û Sûriyê li ser hêzên Amerîkayê ku ji aliyê komên milîsên alîgirên Îranê ve pêk tên ragihand: “Amerîka gelek nîgerane ji wan, gefxwarinan û cidî ne. Em pir bi şansin ku di wan êrîşan de tenê 2 kes birîndar bûne, heger rewş cudatir ba kî dizanî dê çi pêk bê?”

John Kirby got: “Ew çekên kujer bi kar tînin, ez nizanim çi bêjim ji xeynî ku ev gefeke cidî ye.”