Ji Pentagonê daxuyaniya êrîsên ser Hizbûllaha Iraqê: Em nikarin bêdeng bimînin!

13 March 2020 15:54 0 dîtin
Ji Pentagonê daxuyaniya êrîsên ser Hizbûllaha Iraqê: Em nikarin bêdeng bimînin!

PeyamaKurd - Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku doh Pêncşemê li dijî komên girêdayî Îranê yên li Iraqê êrîşên esmanî hatine lidarxistin.

Wezîrê Berevanîya Amerîka Mark Esper got, ew nikarin li hember êrîşên dijî wan û hevalbendên wan bêdeng bimînin.

Esper da zanîn ku Amerîka berevanîya hêzên koalîsyonê jî dike û dîyar kir ku ew bi têkbirina DAIŞê û komên din dixwazin berevanîya serwerîya Iraqê bikin.

Ev êrîşa Amerîkayê piştî êrîşên moşekî yên dijî bingeha leşkerî ya li Tacî ya nêzî Bexda pêk hat ku di wan êrîşên roja Çarşemê de 5 leşkerên Amerîka û Brîtanya hatibûn kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûbûn.

Pentagonê di daxuyanîyê de ragihand, êrîşên esmanî dijî rêxistina Ketaîb Hizbulah ya Şîa, ku wek berpirsa êrîşên dijî bingehên Amerîkî tê dîtin, li dar ketine û bi wan, kapasîteya êrîşvanîyê ya wê rêxistiniyê hatiye qels kirin.

Li Iraqê bi qasî 5 hezar leşkerên Amerîkî hene ku yekîneyên girêdayî hêzên hevpeymaniyê, leşkerên Iraqî perwerde dikin.