Ji Iraqê daxuyaniya êrîsên Tirkiyê...
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal di daxuyaniyekê ragihand, hikûmeta Iraqê bi fermî derbarê operasyonên li nav axa xwe du nameyên nerazîbûnê daye Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê û daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku êrîşên xwe rawestîne.
Berdevkê hikûmeta Iraqê got, hêzên Tirkiyê çendîn car e êrîşî axa Iraqê dikin û wiha got: “Em van kiryaran bi tundî red û şermezar dikin, ku peywendiyên bihêz û demdirêj ên di navbera herdu gelên dost têk dide.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em daxwaz dikin demildest ew êrîş bêne rawestandin, ku aştiya navçeyê têk dibe, tevî ku êrîş e li ser serwerî, can û malê Iraqê.”
Ehmed Mela Telal da xuyakiri, hikûmeta Iraqê du nameyên fermî yên nerazîbûnê daye Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê û tê de destnîşan kiriye ku hikûmeta Iraqê dê ji bo redkirina wan êrîşan û rawestandina wan, qanûn û prensîpên navdewletî bi kar bîne.
Berdevkê hikûmeta Iraqê herwiha got, “Hikûmeta Iraqê di aliyê qanûnê û exlaqî de Tirkiyê bi berpirsyarê hemû zirarên mirovî û madî yên êrîşên di nav axa Iraqê de dibîne.”
Ehmed Telal bang li civaka navdewletî jî kir ku pêngavên pêwîst ji bo bihzêkirina istiqrara li navçeyê û selimandina mafê serweriya Iraqê ji bo parastina ax û gelê xwe bavêje.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin