Berdevka Koska Spî: Biden pistgiriya pêsniyara firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre bi daxuyaniyekê diyar kir û got, Serokê Amerîkayê Joe Biden piştgiriya pêşniyara firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê dike.
Li gor Berdevka Koşka Spî eşkere kir, çend meh in mijara firotina F-16 ji bo Tirkiyê tê gotûbêjkirin, Biden jî piştgiriya vê pêşniyarê dike.
Serokê Amerîkayê Joe Biden 30ê Hezîranê di konferansa rojnamevaniyê ya li lûkteya NATOyê hatiye lidarxistin de û piştî ku Enqereyê vetoya xwe ya li dijî endamtiya Fînlanda û Swêdê ya NATOyê rakir, gotibû divê balafirên F-16 bifroşin Tirkiyê û ji bo vê jî pêwîstî bi erêkirina Kongrresê heye.
Herwiha do jî komek ji senatorên Amerîkayê nameyeke nerazîbûnê ji Biden re şandin û rexne li egera firotina F-16 ji bo Tirkiyê girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin