Ozgur Ozel bersiva pirsa li ser 'Sêx Seîd' da

13 December 2023 10:34 0 dîtin
Ozgur Ozel bersiva pirsa li ser 'Sêx Seîd' da

PeyamaKurd – Nîqaşên li ser binavkirina kolana nû ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve li ser navê Şêx Seîd hatiye çêkirin berdewam dikin, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel daxuyanî da. Di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de jê hat pirsîn û wî jî bersiv da: "Li gor we Şêx Seîd xayîn e an mêrxas?"

Mêvandarê bernameyê Ozgur Ozel jî got, "DEMê ji bo Şêx Seîd daxuyanî da û İYÎ'yê jî pirsnameyek pêşkêşî meclîsê kir. Hûn weke CHPê çawa li vê nîqaşê dinêrin?" Wî pirs wiha bersivand:

"Tu feydeya xerakirina birînan li ser vê mijarê tune."

"Em wek CHP rêzê li Komarê û kadroyên damezrîner ên Komarê digirin. Heger di serdema berê ya Komarê de êşên ku hatine jiyîn hebin, em dibînin ku nîqaşkirina van êşan warê dîrokzanan e, ne siyaseta germ e. Em difikirin ku bi domdarî veger û birînên li ser vê mijarê bi kêrî kesî nayê. Divê rêz li êşê bê girtin"

“Li gor te Şêx Seîd xayin e yan mêrxas e? Li ser vê pirsê wiha got: "Eger ji we re xweş tê ku ez ji Şêx Seîd re bibêjim xayin an mêrxas, ez dizanim ku serhildana Şêx Seîd di konjonktura xwe de serhildanek li dijî komarê bû. Lê heke pirsgirêkên ku di dema Tepeserkirina vê serhildanê îro dilê hin neviyan êşandibe, divê rêz ji êşê re were girtin. Lê ji dîrokê divê em dersan bistînin."