Bersiva yekem a Ozgur Ozel bo banga Bahçelî ya 'Ocalan'!

22 October 2024 15:38 0 dîtin
Bersiva yekem a Ozgur Ozel bo banga Bahçelî ya 'Ocalan'!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê (Partiya Komara Gel) Ozgur Ozel bertek nîşanî gotinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da ku gotibû, “Bila Ocalan were di civîna koma Partiyê ya DEMê de bangî rêxistinê bike ji bo ku çekan deyne” û gotê, “Birêz Devlet Bahçelî ez destê xwe bilind dikim. Ez dewletekê jî pêşkêşî kurdan dikim. Bersiva xwe da û got, “Ez ji Kurdên ku xwe bi tevahî aîdê dewletê nabînin, pêşniyar dikim ku bibin xwediyê Komara Tirkiyeyê.”

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de daxuyanî da.

“Li pişt deriyên nepen soz tên dayîn”

Ozel bal kişand ser banga Devlet Bahçelî ya ji bo Abdullah Ocalan û wiha got:

“Li pişt deriyên nepen soz tên dayîn. Ger êdî şehîd neyên Tirkiyeyê, xwîn nerije, careke din rondikên çavên dayikan neherikin, çek ber bi leşkeran ve neyên dirêjkirin. Ji ber vê yekê em wek CHP qîmetê didin her gotina ku tê gotin, wekî CHPê em ê bi tevahî piştgiriyê bidin bidawîkirina terorê.”

“Daxuyaniya îro ya Devlet beg meclisê pûç dike”

“Birêz Devlet gelek caran diqulibe. Daxuyaniya wî ya îro meclisê pûç dike. Tişta ku were kirin divê di TBMMê de bê kirin. Bê lihevkirineke tam ya civakî dê ti encam dernekevin. Ger ku ev pirsgirêk çareser bibe, divê li ser maseyek ku hemû alî tê de bin, bê nîqaşkirin. Ev plan di şûna çareserkirina pirsgirêka Tirkiyeyê de, dixuye ku plana Recep Tayyîp Erdogan çareser dibe û ji ber vê jî bêhneke ne xweş jê tê.

“Hûn nikarin vê pirsgirêkê bi çareseriyeke ji bo yek kesî çareser bikin”

Bêyî ku pirsgirêkên kurdan li gorî destûra bingehîn çareser bikin, hûn nikarin vê pirsgirêkê bi çareseriyeke ji bo yek kesî çareser bikin. Em girîngiyê didin her pêngava ku ji bo lihevhatina 86 mîlyon mirovan tê avêtin.

Birêz Devlet, ez destê xwe bilind dikim. Ez dewletê pêşkêşî kurdan dikim. Ez ji kurdên ku hîs nakin ku tam aîdê dewletê ne, pêşniyar dikim ku bibin xwediyê komara Tirkiyeyê. Werin em welatekî wisa ava bikin ku hemû kanalên siyasî yên demokratîk vekirî bin, xwendekar xwe wek yên din hîs nekin, li zanîngehan mafên xwendekaran neyên binpêkirin, mafên demokratîk li gorî standardên cîhanê bin û kurdan bikin xwediyê komara Tirkiyeyê. Em weke partiya damezrîner li vir in, em pêşniyar dikin ku her tiştî bi hev re bikin. De kerem bikin!”