Ozgur Ozel li Diyarbekir axivî: Bi azadkirina kesekî pirsa Kurd çareser nabe!

23 October 2024 16:31 0 dîtin
Ozgur Ozel li Diyarbekir axivî: Bi azadkirina kesekî pirsa Kurd çareser nabe!

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Ozgur Ozel, de serdana xwe ya Diyarbekirê de, li ser mijara destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê û pirsa Kurd axivî.

Ozgur Ozel, pêşniyara xwedîlêderketina Kurdan li Dewleta Tirkiyê kir û got, “Ji min re dibêjin Bahçelî destê silavdayînê dirêj kir. Tu jî destê xwe dirêj bike. Ez jî destê xwe dirêj dikim. Ez jî pêşniyara dewletekê ji bo kurdan dikim. Belê ez dewletê pêşniyar dikim. Hemû kurdên ku hest nakin girêdayî vî welatî bin, ez ji wan re pêşniyar dikim ku bibin xwediyê Dewleta Komara Tirkiyê. Eger amade ne werin bi hev re vî tiştî bikin.”

Ozel, li ser gotinên Erdogan û Bahçelî ku dibêjin pirsa kurd tune ye jî got, “Ev pirs bi van axaftinan ji holê ranabe”. û li ser banga Bahçelê ya anîna Ocalan bo parlamentoyê jî wiha axivî: “Nikarin bi pêşniyara azadiya kesekî vê pirsa mezin a Tirkiyê çareser bikin. Divê ev pirs di parlementoyê de bê çareserkirin û ti kesek neyê jibîr kirin.

Bi azadkirina kesekî pirs çareser nabe

Pirsa kurd bi gotina Erdogan û Bahçelî ku dibêjin pirsa kurd tune ye dawî nabe. Bi bangekê ku tu vê pirsê çareser nekî û bê ku behsa demokrasî û aştiyê û mafê welatîbûna wekhev bikî û bi tenê bi pêşniyara azadiyê ji bo kesekî yan hepsa malê ev pirsa mezin a Tirkiyê çareser nabe. Divê navenda çareseriyê parlemento be û kes neyê ji bîr kirin. Bi hevre em 86 milyon welatiyên Tirkiyê ji bo vî karî amade ne.”