Soyer bersiva pirsa 'Gelo Kiliçdaroglu wê dev ji karê xwe berde' da!
PeyamaKurd – Tunç Soyer diyar kir ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wê heta hilbijartinên herêmî li ser wezîfeya xwe bimîne.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer li ser nîqaşa 'guhertinê' ya di CHPê de axaftinek kir.
Soyer pirsa "Di vê demê de gelo Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îstifa bike?" wiha bersivand:
"Serokê me bi xwe ev yek rave kir û got 'Wek kaptan berpirsiyariya min e ku ez keştiyê bibim benderê' û da zanîn, 'Hilbijartina herêmî ya ku ez ji benderê fêm dikim û ez vê jî rast dibînim. Kemal Bey mîmarê hilbijartinên 2019an e. Ez difikirim ku divê ev hilbijartin bi sazî û stratejiya wî were kirin."
Soyer li ser pirsa "Li gor we rast e Ekrem Îmamoglu dîsa bibe namzetê Stenbolê?" got, "Li gorî min divê awarte be. Ekrem Bey li Stenbolê karên pir baş kiriye. Têkiliya wî ya bi metro, kreş û ciwanan re gelekî girîng e. Ez dikarim van tiştan wekî çavekî ku ji derve lê dinêrim bibêjim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin