Nêçîrvan Barzanî terora DAISê û pirsa Kurd a Sûriyê bi nûnerê Amerîka re gotûbêj kir

25 June 2021 16:53 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî terora DAISê û pirsa Kurd a Sûriyê bi nûnerê Amerîka re gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 25ê Hezîranê, pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê yê bi wekalet John Godfrey û şanda ligel wî kir.

Di civînê de pêşketinên dawî yên rûbirûbûna terorê û gef û tevgerên DAIŞê li Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser pêwîstiya zêdekirina hewlan û alîkarî û mekanîzmayeke çalak ya hemahengiya navbera artêşa Iraq û Pêşmerge bi piştgîriya hêzên hevpeymanan ya ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê, bi taybetî li navçeyên valahiyên emnî kir.

Her du alî hevnêrîn bûn ku berdewamiya êrîşên DAIŞê gefên rastî û metirsiyên cidî ne, ji bo asayîş û aramiya Iraq û Sûriye, Rojhilata Navîn û navçeyê û her wiha ji bo welatên Efrîqa jî, ji bo wê yekê dakokiyê li wê yekê kirin ku şerê dijî DAIŞ û tundrewî bi tenê li rêya serbazî ve nabe, belkû divê rê li sedemên serhildana terorê û tundrewiyê bê girtin. Di vî derbarî de bal kişandin li ser rewşa Kampa Holê li Sûriyê û tekez li ser pêwîstiya karkirina ji bo rêgiriya li bingehên tundrewiyê kirin.

Girîngiya yarmetîdan û hevkarîkirina vegerana koçberên şerê DAIŞê ya cihên wan, dûbarebûna bi armancgirtina hêzên Amerîka û hevpeymanan li Iraqê, hewl û hevbeşî û alîkariya hemû aliyan ya ji bo parastina aramiya li navçeyê, rewşa niha û paşeroja Sûriye û pirsa Kurd li wî welatî, konferansa heftiya bê ya Wezîrên welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Roma û çend pirseke din a girîng û hevbeş, beşeke din a civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêr jî têde amade bû.