Serokwezîr Barzanî bersiva pirsan da: PKK xwe weke alternatîfa hikûmeta Kurdistanê dibîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di civîna rojnamevanî ya îro Sêşemê de bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser rewşa Şingalê û rêkeftina ligel Bexdayê got, hîn jî hêzên PKKê ji Şingalê derketine û gunehê vê yekê jî dikeve stûyê Bexdayê. Serokwezîr Barzanî herwiha da zanîn, PKK xwe weke alternatîfa hikûmeta Herêma Kurdistanê dibîne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Hêzên PKKê yan ewên ser bi PKKê ve ne, ji bo çend demjimêrên diyarkirî baregehên xwe vala kirin û paşê bi cilûberg û unîformên nû vegeriyane nav Şingalê û mixabin hinek ji wan di bin navên cuda de di nava saziyên hikûmeta federal de hatine wergirtin.”
Serokwezîr Barzanî li ser pirsa têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê jî ragihand ku ew piştgiriya diyalogê dikin û tekez kir, “Nabe aliyek ji ber hêz û desthilata xwe, xwe li ser aliyên din bisepîne.”
Mesrûr Barzanî got: “Em piştgiriyê li her diyalogekê dikin ji bo ku bigihin rêkeftinekê ku di berjewendiya xelkê de be.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pirseke derbarê hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê de diyar kir, “PKK xwe weke alternatîfa hikûmetê dibîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin