Serokwezîr Barzanî îsev bi bernameyeke taybet bersiva pirsên rojnamevanan dide

24 August 2020 17:47 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî îsev bi bernameyeke taybet bersiva pirsên rojnamevanan dide

PeyamaKurd - Wê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Tebaxê bi şev di hevpeyvîneke hevbeş ya bi medyaya Kurdistanê re, derbarê rewşa niha ya Kurdistanê de biaxive û bersiva pirsên rojnamevanan bide.

Hatiye diyarkirin ku wê di yekemîn dîdara rojnamevanî ya hevbeş de, ligel hejmarek ji dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa niha ya Kurdistanê û pêşhatên dawî de biaxive.

Bernameya hevbeş îro li demjimêr 21:00 bi dema Hewlêrê tê weşandin û Serokê Hikûmetê bersiva pirsên rojnamevanan dide û ronîkirinên pêwîst derbarê proseya çaksaziyê, mûçeya fermanberan, rêkeftina ligel Bexda, projeyên xizmetguzariyê û rewşa tendirustiyê ya Herêmê û rêkarên rûbirûbûna vîrûsa Koronayê dide.