Serokwezîr Barzanî bersiva 3 pirsên hemwelatiyan da: Çima zêde nakenî?!

05 July 2020 09:52 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bersiva 3 pirsên hemwelatiyan da: Çima zêde nakenî?!

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser medya civakî bersiva pirsên hemwelatiyên Kurdistanê berdewam dike ku çend roj berê dest pê kiribî. Di beşa sêyem a bersivdana pirsan de, Mesrur Barzanî bersiva sê pirsên din da. Yek ji wan bê cudahî hezkirina ji bajarên Kurdistanê, ya din çêkirina derfetên kar bo xortan û ya sêyem jî ‘Tu çima gelekî nakenî?’ ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bersiva wan 3 pirsan wiha dide:

Tu cudahiyê di navbera bajarên Herêma Kurdistanê de dikî?

Mesrûr Barzanî: Na welleh bi ti awayekî cudahiyê di navbera bajaran de nakim. Hemû bajarên bi bajarê xwe dizanim û hemû hemwelatiyên Kurdistanê jî bi xwîşk û birayên xwe dizanim. Xwe jî bi xizmetkarê hemwelatiyan dizanim li her bajar, bajarok û gundekî jî be.

Li ser kêmkirina karkerên biyanî û pêkanîna derfetên bo kar bo xortan çi difikirî?

Mesrûr Barzanî: Gelek rast e, hemû hewlekê didin daku delîveyên kar bo xelkên xwe berî her kesekî din birexsînin. Ev jî bi pêşxistina kerta taybet dibe, me daxwaz ji piraniya kompanyayên navxweyî û biyanî kiriye, ku ew karmendên wan pêwîst in piraniya wan divê fermaneber û karkerên navxweyî bin. Eger pêwîst be pisporên derve jî li gel me berdewam bin heya em dikarin bibin xwedî pisporiyê navxweyî. Wek bername ya hikumetê me ev yek daxwaz kiriye û em rijdin û berdewam dibin li ser wê yekê ku piraniya damezrandinan di wan kompanyayan de bo xelkê navxwe be. Em berdewam dibîn daku giringiyê bidin kerta taybet, berdewam dibin daku wan derfetên kar durist bikin, cihê daxê ye bi sedema vê rewşa xirab a koronayê me nekariye, van bicih bikin, lê hêvîdarin, di demeke nêzîk de, berdewam bin di cîbicîkirina bernameyan de.

Çima tu gelek nakenî?

Li ser vê pirsê jî Serokwezîr Barzanî bi ken ev bersiv da: Bi Xweda nizanim, eve niha ez dikenim, heke pêwîst bi kenînê nebe, nizanim çawa bikenim, lê heke pêwîst jî be, gelek hez dikim bikenim û hêvîdarim bersiva min bi dilê te be.