Serokwezîr Barzanî û sanda Brîtanyayê pirsên dualî gotûbêj kirin

16 January 2022 21:24 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî û sanda Brîtanyayê pirsên dualî gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Çile roja Yekşemê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda ligel wî kir.

Di civîna ku Konsolê Giştî yê Brîtanyayê David Hant jî amade bû de guherîn û pêşketinên li Iraqê hilbijartinên desteya serokatiya encûmena nûneran û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngîya pêkanîna hikûmetekê kiriye ku xizmeta hemû hemwelatî û pêkhateyên li Iraqê bike û arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de li ser bingeha destûrê çareser bike.

Hat diyarkirin ku di civînê de gotûbêj li ser çareseriya pirsa koçberan û helwesta Brîtanya ya li ser wê pirsê jî hatiye kirin û bi taybetî behsa rêgirîya rêxistinan ji bo wergirtina mafên penaberiyê hatiye kirin.

Di beşeke din a civînê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşketina pêwendiyên dualî di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.